Almanya pistrast kir ku dixwaze ji Îsvîçre tankên Leopard 2 ê bikire

04 March 2023 00:01 0 dîtin
Almanya pistrast kir ku dixwaze ji Îsvîçre tankên Leopard 2 ê bikire

PeyamaKurd – Berdevkê wezreta karên bergiriyê yê Almanya Arne Collatz piştrast kir ku dixwazin ji Îsvîçre tankên Leopard 2 bikire û ji bo kirînê seredanê kirine. Hukumeta Îsvîçre ragihand ku Almanya û hevkarên wê yên rojavayî di şûna wan tankên ku şandine Ûkraynayê, tankên Leopard 2 ji Îsvîçre bikirin.

Wezareta bergiriyê ya Almanya di 23 ê sibatê de ragihandibû ku seredana wezîrê bergiriyê yê Îsvîçre kirine. Wê Almanya tankan neşîne Ûkraynayê û ji bo pêdiviya di artêşa Almanya de bikarbîne. Nehat gotin bê wê Almanya çend tankan bikire lê di envantera Îsvîçre de 230 tank hene.