Almanya: Ger Polonya bixwaze tankên Leopard bisîne Ukraynayê, em ê li dijî wê dernekevin

23 January 2023 13:35 0 dîtin
Almanya: Ger Polonya bixwaze tankên Leopard bisîne Ukraynayê, em ê li dijî wê dernekevin

PeyamaKurd – Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock diyar kir, ger Polonya bixwaze tankên Leopard ên Almanî bişîne Ukraynayê, ew ê li dijî vê yekê dernekevin.

Dema ku nûçegîhanê televizyona LCI ya Fransî pirs kir, ger Polonya tankên Leopard radestî Ukraynayê bike wê çi bibe, Baerbock bersiv da û got, "Ev pirs heta niha nehatiye pirsîn, lê heke wisa bûya, me yê pêşî lê negirta."

Serokwezîrê Polonyayê Mateusz Morawiecki jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, "Em ê li ser rewşa Ukraynayê bêdeng nemînin. Ger em nikaribin bi Almanya re li ser Leopardan bigihîn rêkeftinekê, em ê hevpeymaniyek piçûktir ji welatên ku amade ne hin tankên xwe yên nûjen diyarî Ukrayna bikin, ava bikin."

Ew wekî "çira kesk ji bo radestkirina tankên Leopard ji  bo Ukraynayê" hate şîrovekirin.