Tankên Leopard yên dane Ûkraynayê wê li Polonya tamîr bikin

21 April 2023 23:27 0 dîtin
Tankên Leopard yên dane Ûkraynayê wê li Polonya tamîr bikin

PeyamaKurd – Biryar hat dayîn ku navnedekî tamîra tankan li Polonyayê deynin û ew tankên ku dane Ûkraynayê yên Leopard 2, wê tamîra wan li Polonyayê bibe. Ragihandin ji aliyê wezîrê bergiriyê yê Polonyayê Mariusz Blaszczak de hat kirin. Wezîrê bergiriyê yê Polonyayê Blaszczak weha got:

“Li baregeha hewayî ya bi navê Ramstein ya li Almanya civîna bi navê ‘civîna bergiriya Ûkraynayê ya temasê’ hat kirin û di cîvînê de wezîrê bergiriyê yê Ûkraynayê Oleksii Reznikov û wezîrê bergiriyê yê Almanyayê Boris Pistorius amade bûn û peymana avakirina navenda tamîrê ya li Polonyayê dan. Ev biryar, ji bo sanayiya bergiriyê ya Polonyayê derfete.”

Wezîr, ji bo ciyê avakirina navenda tamîrê, behsa  bajarê Gliwice, tesîsên endazyariyê yên Bumar-Labedy kir û got ku tesîsa navborî ji bo tamîra tankên Leopardê xwediyê tecrubeyên 20 sala ye.

Blaszczak, ji bo fînansmana tamîrê, behsa fonên Yekîtiya Awrûpayê û NATO yê kir lê eger car din pêdivî hebe, dikarin fonekî dinê jî çêbikin.