Serokwezîrê Polonyayê ragihand ku wê ji dexla Ûkraynayê re sînor daneyne
PeyamaKurd – Cotyarên Ewrûpayê bi sedema dexla Ûkraynayê dikeve bazara Ewrûpayê nikarin berhemên xwe di bazarê de bifroşin ji ber berhemên wan li ser wan giran dibe mal. Li ser mijarê demekî dirêje ku Polonya dibêje wê ber li malê Ûkraynayê bigre da dexla wan nekeve nav Polonyayê.
Li ser tevgerên cotyaran serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk bi cotyaran re hevdîtin kir û got ku wê berhemên wan yên di destê wan de mane dê wezareta çandiniyê ya Polonyayê bikire.
Wezîrê çandiniyê yê Polonyayê Czeslaw Siekierski bi 40 cotyarên Polonyayê re civiya û civîn 3 seet dewam kir. Nûnerê cotyaran Andrzej Sobocinski got:
“Serokwezîr got ku wê Polonya deriyê xwe ji bo dexla Ûkraynayê negre. Dexla di destê cotyarên Polonyayê de maye, wê wezareta çandiniyê bikire.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin