Rûsya 3 herêmên li ser sînorê Ûkraynayê “herêmên têkosîna bi terorê re” ragihand
PeyamaKurd - Rûsya 3 herêmên li ser sînorê Ûkraynayê “herêmên têkoşîna bi terorê re” ragihand. Herêmên navkirî yên Kursk, Belgorod û Bryansk in.
Artêşa Ûkraynayê di 6ê Tebaxê de êrîşê herêma Kurskê kiribû ku axa Rûsyaye û şerê navbera her dû dewletan geş kiribû.
Cîgirê parêzgerê herêma Kurskê Aleksey Smirnov ragihand ku perçên dronan li santrala elekrtîkê ya navça Kurçatovê ketine ku xizmetê dide santrala nuklerî ya Kurskê.
Ajansa atomî ya navdewletî ku bi ser NY de ye ragihand ku li herêmê tevgerên leşkerî hene û banga aramiyê kir.
Ûkrayna bi êrîşên xwe yên ser axa Rûsyayê dixwaze bide fêmkirin ku dagirkirina axa xelkekî dinê çiye û hem dixwaze lojîstîka petrolê ya li pişt hêzên leşkerî yên Rûsyayê bibire.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin