Interfax: Rûsyayê besek ji hêzên xwe yên li sînorê Ûkraynayê vekisand

15 February 2022 15:20 0 dîtin
Interfax: Rûsyayê besek ji hêzên xwe yên li sînorê Ûkraynayê vekisand

PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku hin hêzên wan (ên li ser sînorê Ûkraynayê) ên tetbîqata leşkerî bidawî anîne vegeriyane baregehên xwe.

Li gorî nûçeya ajansa Interfax a Rûsyayê Wezareta Berevaniyê daye xuyakirin ku hin yekîneyên leşkerî yên li ser sînorên Ûkraynayê hatibûn bicihkirin piştî bidawîbûna tetbîqatê vegeriyane baregehên xwe.

Interfaxê herwiha daye zanîn ku tetbîqatên leşkerî yên berfireh li seranserê Rûsyayê jî berdewam dikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ev pêngava vekişîna hêzan a Rûsyayê ku rageşiya ligel Ûkraynayê kêm dike, piştî daxuyaniya doh 15ê Sibatê ya Kremlînê hat ku Pûtîn pêşnûmeya bersiva garantîyên ewlehiyê ya Rûsya bide Amerîka û NATOyê pesend kiribû.