Sandên Rûsya û Ûkraynayê ji bo muzakereyên agirbestê gihîstin sînorê Belarûsê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku şandên Rûsya û Ûkraynayê di roja 5emîn a êrîşa artêşa Rûsyayê de, li cihekî ser sînorên Belarûs-Ûkraynayê dicivin.
Medya Ûkraynayê eşkere kir ku serokatiya şanda Ûkraynayê Wezîrê Berevaniyê Oleksii Reznikov û serokê partiya Zelensky David Arakhamia dikin.
Aliyê Belarûsê dîmenên cihê hevdîtinê belav kir û li gorî zanyariyên dawî her du şandên Rûsya û Ûkraynayê ji bo muzakereyên agirbestê gihîştine cihê hevdîtinê.
Aliyê Ûkraynayê wek mijara sereke agirbestê û vekişîna hêzên Rûsyayê ji ser axa xwe dide pêş, lê aliyê Rûsî heta niha nediyar e çi mercan dide pêş Ûkraynayê ji ber ku beriya êrîşê jî guhertina deshilatê û ragihandina bêalîbûnê (di navbera Rûsya, NATO û welatên rojava de) xwestibû û niha bi wê deshilatê re rûdine.
Serokê Ûkraynayê doh Yekşemê ragihandibû ku ew hêvîyeke zêde ji hevdîtinê nake, lê şansekî biçûk be jî dixwazin ji bo dawîkirina şer bikar bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin