Pûtîn biryara Ûkraynayê ya redkirina muzakereyên bi Rûsyayê re rexne kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîna bi şaredarên herêmê re, biryara Ûkraynayê ya redkirina muzakereyên bi Rûsyayê re rexne kir.
Pûtîn diyar kir ku hemleya kontra ya artêşa Ukraynayê bi ser neket û ger wiha dewam bike, dibe ku di demeke nêz de avahiya dewleta Ukraynayê bikeve nava gumanan.
Serokê Rûsyayê biryara Kîevê ya redkirina muzakereyên bi Rûsyayê re jî rexne kir û got, "Eger rayedarên Ukraynayê biryareke rast bidaya, wê her tişt demeke dirêj bi dawî bibûya."
Di dawiyê de jî bal kişand ser wê yekê ku Rûsya her tim berjewendiyên xwe parastiye û wê niha jî biparêze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin