DYAyê paketa desteka ji bo Ûkraynayê ragihand
PeyamaKurd – DYA ragihand ku wê car din desteka leşkerî bide Ûkraynayê. Wezareta karên derve ya DYAyê ragihand ku wê desteka vê carê ji nav enwantera xwe bide Ûkraynayê.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku wê ji bo HIMARSan muhîmmat, gulên topan, Javelin, tanksawarên AT-4, fuzeyên tanksawaran, fuzeyên TOW yên bi kumanda û bi van çekan re wê ambûlans, derman û alavên amadekariya perwerdê bidin Ûkraynayê.
Di daxwuyaniyê de hat gotin ku Ûkrayna 33em salvegera serxwebûna xwe pîroz dike û ev alîkarî nîşana ku DYA girêdayê parastina Ûkraynaye ya li hemberê Rûsyaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin