Starmer: “Putin, bê desteka DYAyê dest ji Ûkraynayê bernade”

26 February 2025 21:45 0 dîtin
Starmer: “Putin, bê desteka DYAyê dest ji Ûkraynayê bernade”

PeyamaKurd – Serokwezîrê Îngîltere Keir Starmer berya seredana DYAyê bike ragihand ku eger ne ji DYA be, garantiyên ku bidin ji bo ewlehiya Ûkraynayê, dê ti bandora wan nebe. Starmer got:

“Eger desteka DYA nebe, wê Putin dest ji Ûkraynayê bernede. Divê Ûkrayna jî di nav muzakereyan de be û Ûkrayna wekî welatekî biryara dahatûya xwe bide.

Li ser pirsa ku divê Ûkrayna di nav muzakereyan de be an nebe, Starmer got:

“Muzakereyekî ku Ûkrayna di nav de nebe, nayê qebûlkirin. Wekî dewletekî serbixwe divê di dahatûya xwe de biryarê bide û li ser masê bin. Talûka herî mezin, piştî êrîşan, destpêkirina şerekî ji nûh de ye. Ji ber wê pêdiviya wê bi garantiya ewlehiyê heye.

Em wekî Îngîltere çi bikeve ser milên me, em amadene bicîh bînin. Lê heya desteka DYAyê nebe, ez nafikirim ku Rûsya dest ji Ûkraynayê berde. Xwurtkirina têkiliyên bi DYA û welatên Ewrûpa re, ji bo berjewendiyên me gelek girîngin.”