Trump ferman da û artêsa DYAyê dest bi lêdana Hûsiyan kir

15 March 2025 23:40 0 dîtin
Trump ferman da û artêsa DYAyê dest bi lêdana Hûsiyan kir

PeyamaKurd – Trump ragihand ku fermana lêdana Hûsiyên Yemenê daye artêşa DYAyê. Artêşa DYAyê ji hewa û deryayê de li Hûsiyên Yemenê xist û hêj nûh Trump daxwyaniya fermana da.Trump di ser hesabê xwe yê medya civakî Truth Social de got:

“Min fermana destpêkirina operasyona leşkerî ya ser Hûsiyên Yemenê da ku operasyon xwurt û bi îstîqrar be. Ey Hûsî! Wextê we qediya, divê êrîşên we rawestin û eger raneweste wê agirê dojehê (cehennemê) bi ser we de bibare. Hûsî kampanyekî bi şiddet û korsanî li hemeberê keştiyên Amerîka, balafiran û dronên Amerîkayê pêkanîn.”

Li gor ragihandina New York Timesê; artêşa Amerîkayê ji dehî zêdetir êrîş bir ser Hûsiyan. Di êrîşan de sîstema parastina hewayî, radar û sîstema fuzeyan kirin armanc.

Li gor rayedarên DYAyê; êrîş bo Îranê peyame û piştî Trump cara duyem hat ser kar, operasyona leşkerî ya herî mezin dike. Li ser operasyonan Trump got:

“Berteka Joe Biden li hemberê Hûsiyan wekî ya rebenan û qels bû. Lewra Hûsiyên bê kontrol ew çend pêşde çûn. Keştiyekî DYAyê ya bazirganî nikaribûn bi ewlehî di Kanala Suweyşê de, di Derya Sor de an di Kendava Adenê de here. Salekî derbas bû. 4 meh berê keştiya dawî ya şer ya DYAyê ji 12 carî zêdetir ket ber êrîşa Hûsiyan.

Emê rê nedin erîşên Husiyan yên ser keştiyên me. Heya em bigihên armanca xwe, em ê hêza xwe ya kujerî pêkbînin. Ti hêzekî wê nikaribe ew keştiyên Amerîka yên bazirganî û leşkerî ku di rêya ava navddewletî de bi serbestî herin, bide rawestandin. Wexta we qediya û divê êrîşên we ji îro û pêve biqedin. Eger hun bejin na; wê agirê cehennemê bi ser we de bibare, ew agirê ku heya îro we nedîtiye.”

Wezareta Hûsiyan li ser êrîşan daxwuyanî da û got ku di êrîşên artêşa Amerîkayê de, di êrîşa ser bajarê Sanayê de, herî kêm 9 kes mirine û 9 kes jî birîndar bûne.