Biden fermana radestkirina hemû tomarên serdanvanên Trump da
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden, ferman da ku hemû tomarên kesên serdana Donald Trump (serokê berê) li Koşka Spî kirine, radestî komîteya taybet a lêpîrsînkirina serdegirtina kongreyê ya 6ê Çileya 2021ê bên kirin.
Medya Amerîkayê ragihandiye ku Joe Biden, daxwaz redkirina bikaranîna îmztiyazê ya Trump bo veşarîhiştina tomarên serdanvanan red kiriye.
Parêzerê Koşka Spî Dana Remus, nameyek li ser navê Biden ji Arşîva Netewî re şandiye û ji bo lêpirsîna bûyera serdegirtina Kongreya Amerîkayê, daxwaza hemû tomarên ketin û derketina Koşka Spî yên 6ê Çileyê 2021ê yên heyama Trump kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin