NYT: Biden fermana amadekariya serê nukleerî da

21 August 2024 14:26 0 dîtin
NYT: Biden fermana amadekariya serê nukleerî da

PeyamaKurd - Rojnameya New York Timesê (NYT) angaşt ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden ferman daye artêşa DYAyê ku ji bo egera pevçûneke nûkleerî a bi Rûsya, Çîn an jî Koreya Bakur re amade bin.

Rojnameyê her wiha angaşt ku Biden "stratejiya nukleerî ya nepenî ya ku ji nû ve balê dikişîne ser gefa Çînê" di naveroka belgeya veşartî ya ku di meha Adarê de hat pejirandin de pesend kiriye.

Di nûçeya NYTyê de hate bibîrxistin ku di meha Pûşperê de Gerînendeyê Bilind ê Çavdêriya Çekan û nelihevkirina çekên komkujî ya Konseya Ewlekariyê ya DYAyê Pranay Vaddi qala vê belgeyê kiriye.

Di nûçeyê de her wiha hate bibîrxistin ku Vaddi, gringiya pêdiviya pêşîlêgirtina di heman demê de ya Rûsya, Çîn û Koreya Bakur destnîşan kiriye.

NYTyê her wiha nirxandinên stratejîstê nukleerî Vipin Narangê ku berê li Pentagonê dixebitî jî wergirtiye û daye zanîn ku Narang gotiye ku Biden, rênîşandera bikaranîna çekên nukleerî ya rojanekirî weşandiye.