Kanal 12: Îsraîl di nav du hefteyan de amadekariya bidawîkirina serê Lubnanê dike

04 November 2024 19:47 0 dîtin
Kanal 12: Îsraîl di nav du hefteyan de amadekariya bidawîkirina serê Lubnanê dike

PeyamaKurd –Berpirsekî Îsraîlî ji Kanala 12 ya Îsraîlî re eşkere kir ku dibe di dema 10 heta 14 rojan de li ser eniyên bakûr bigihin lihevkirinê û şerê li Lubnanê bidawî were.

Daxuyaniya berpirsê Îsraîlî piştî Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu ya doh Yekşemê ku dema serdana sînorên Lubnanê soz da, “Ewlehiyê vegerîne bakur, çi bi lihevkirin be yan jî bê lihevkirin” hate dayîn.

Netanyahu gotibû, “Ajotina Hizbulahê  ji bo pişta rûbara Lîtanî ji bo vegerandina şêniyan karekî gelek girîng e” û herwiha ew dê alîkariyên Hizbulahê yên ji aliyê Îranê ve bi rêya Sûriyê jî bibirin.

Berpirsê îsraîlî ji kanala 12 re ragihandiye: “Dibe ku em di dema 10 heta 14 rojan de li ser eniyên bakûr bigihin lihevkirinê.”