Îsraîlê 'amadekariya leskerî' li derdora Xezzeyê zêde kir
PeyamaKurd – Piştî ragihandina hikûmeta Telavîvê ya li ser rawestandina berdana girtiyên Filistînî, artêşa Îsraîlê ragihand ku asta “amadekariya leşkerî û operasyonê” li derdora Şerîda Xezzeyê zêde kiriye.
Piştî ku hikûmeta Tel Avîvê ragihand ku serbestberdana girtiyên Filistînî hatiye rawestandin, artêşa Îsraîlê li derdora Şerîda Xezzeyê çalakî pêk anîn.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku derbarê mijarê de nirxandinek hat kirin. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biryar hat dayîn ku amadekariyên leşkerî û hişyariya operasyonê li derdora Xezzeyê bê zêdekirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin