Amerîka: 5 yekîneyên leskerî yên Îsraîlê li derveyî Xezzeyê binpêkirinên giran ên mafên mirovan kirine
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya DYAyê ragihand ku beriya êrîşên 7ê Cotmehê yên ji aliyê Hamasê ve li Xezzeyê pêk hatin, hate diyarkirin ku 5 yekîneyên artêşa Îsraîlê li herêma derveyî Xezzeyê binpêkirinên giran ên mafên mirovan pêk anîne. Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derva Vedant Patel wiha got: "Piştî pêvajoyek bi baldarî me dît ku 5 yekîneyên Îsraîlê ji bûyerên ferdî yên binpêkirina mafên mirovan berpirsyar in."
Patel got ku 4 ji 5 yekîneyên artêşa Îsraîlê ku binpêkirina mafên mirovan kirine "ev binpêkirin bi awayekî bi bandor serrast kirin" û parve kir ku ew di pêvajoya biryardayînê de ne ku alîkariya Amerîkayê ya ji bo yekîneya pêncemîn Tabûra Ortodoks Netzah Yehuda rawestînin. Vedant Patel diyar kir ku firotina çekan a Amerîkayê ya ji bo leşkeran wê bandorê li vê rewşê neke û derbarê kîjan binpêkirinên mafên mirovan de hatine kirin, kîjan yekîneyên tevlî bûne û gavên başkirinê yên çawa hatine avêtin detay neda.
"Ev hemû bûyerên ku berî 7ê Cotmehê qewimîn bûn û yek ji wan li Xezzeyê nebû." Patel got, "Em di derbarê wê yekîneyê (Tabûra Ortodoks Netzah Yehuda) de şêwirîn û têkilî bi hikûmeta Îsraîlê re didomînin." Qanûna Leahy ku di nav qanûnên Dewletên Yekbûyî de ye, destnîşan dike ku çek ji dewlet û komên ku mafên mirovan binpê dikin re nayên firotin.
Heger Wezîrê Derve yê Amerîka destnîşan bike ku dewleta navborî ji bo dadgehkirina endamên yekîneya berpirs ku binpêkirin kirine gavên bi bandor avêtine û vê yekê ji Kongresa Amerîkî re ragihîne, dibe ku ji nû ve dest bi alîkarîyê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin