The Intercept: Li Îsraîlê baregehekî leskerî ya Amerîkayê ya xef heye
PeyamaKurd – Malpera The Intercept ya Amerîkayê ragihand ku ji bo talûkeyên ji terefê Îranê de were, Amerîka li Îsraîlê baregehekî leşkerî ava kiriye û Amerîka dibêje ku ew baregeh ‘Sîte ya Jiyanê’ ye û ne baregehe.
Wezareta bergiriyê ya Amerîkayê li seranserê dinyayê projeyên bi dizî ava dike û baregeha navborî ya li Îsraîlê yek ji wan baregeha ye. Baregeh bêdeng û bi dizî hatiye avakirin.
Malpera The Intercept di nûçeya xwe de dibêje ku baregeha navborî ji terefê Pentagonê de, li Çol a Necefê, li serê Çiyayê Har Kerenê ava dike û avakirina wê bêdeng dimeşe. Di nûçeyê de dibêje ku li Çol a Necefê ji Xezzayê 32 km dûre, bi navê kod ‘Site 512’ ye û tesîsa radarê ye ku êrîşên herin ser Îsraîlê dişopîne.
Malper dibêje ‘Site 512’ di 7ê Cotmehê de, Hamasê bi hezaran fuze avêtiye ser axa Îsraîlê lê baregeha navborî nikaribûye wan tesbît bike. Sedem jî ew ku bi temamê berê wê li ser êrîşên Îranê ye û lewra nikaribûye fuzeyên Hamasê tesbît bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin