Sûriye: Îsraîlê gelek mosek avêtin hedefên leskerî yên li derdora Samê
PeyamaKurd – Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku Îsraîlê gelek moşek avêtine hedefên leşkerî yên li derdora Şamê û di êrîşê de tenê ziyanên madî çêbûne.
Di daxuyaniya îro (19.03.2024) ya Wezareta Berevaniya Sûriyê de hat gotin, "Îsraîl gelek moşek avêtin armancên leşkerî yên li derdora Şamê. Berevaniya esmanî ya Sûriyê beşek ji moşekên ku ber bi Şamê ve hatibûn avêtin xistin xwarê."
Hat diyarkirin ku moşek li hedefên leşkerî ketine û tenê zirara madî çêbûye.
Ji 7ê Cotmeha 2023an ve ku şerê navbera Hamas û artêşa Îsraîlê dest pê kir, car caran deverên sînorî yên Îsraîlê ligel Sûriye û Lubnanê tên bombebarankirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin