Moseka krûzê ya ji aliyê Hûsiyan ve hat avêtin ket nava axa Îsraîlê

20 March 2024 10:52 0 dîtin
Moseka krûzê ya ji aliyê Hûsiyan ve hat avêtin ket nava axa Îsraîlê

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku moşeka krûzê ya ku ji teref Hûsiyên ku Îran piştgiriya wan dike li Yemenê avêtin li erdeke vala li nêzî bajarê Eîlatê ya li Kendava Aqaba ya li başûrê Îsraîlê ket.

Moşeka Kruzê ya ku ji hêla Hûsiyên Yemenê ve hat avêtin û li Behra Sor û Kendava Adenê dest bi hedefgirtina keştiyên bazirganî û leşkerî kiribûn, cara ewil ket nav axa Îsraîlê.

Di daxuyaniya Hêzên Parastinê yên Îsraîlê (ÎDF) de wiha hat gotin: “Moşeka ku ji aliyê Hûsiyan ve hatiye avêtin li ser erda vala li nêzî bajarê Eilat a li Kendava Aqaba ya li başûrê Îsraîlê ketiye. Di encama êrîşê de mirî û birîndar çênebûn."

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşeka krûzê ji aliyê Hêzên Hewayî ve hatiye şopandin.

Mûşekên ku Hûsiyan li dijî Îsraîlê avêtin, berê ji aliyê pergalên parastina hewayî an jî ji aliyê hevalbendên Îsraîlê ve li Deryaya Sor hatibûn îmhakirin.