Amerîka: Me moseka dijî kestiyê ya Hûsiyan xist xwarê!
PeyamaKurd – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku li Yemenê li Deryaya Sor moşekek dijî keştiyê ya Hûsiyên ku Îran piştgirîya wan dike xist xwarê.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê platforma medyaya civakî X a Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) hat dayîn de hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê li dijî moşekeke dijî keştiyê ya Hûsiyan a ku amadehiya avêtinê dikir êrîşek pêk anîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku moşeka dijî keştiyê li herêma di bin kontrola Hûsiyan de ye hat tesbîtkirin û hat diyarkirin ku li herêmê ji bo keştiyên bazirganiyê û Hêzên Deryayî yên Amerîkayê tehdîd e.
Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku hêzên Amerîkayê ji bo xweparastinê moşek avêtine û moşek hatiye îmhakirin û ev agahî hatin dayîn:
"Ev çalakî wê azadiya navîgasyonê biparêze û avên navneteweyî ji bo keştiyên Deryayî û keştiyên bazirganî yên Amerîkî ewletir û ewledartir bike."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin