Biden li Filîstînê bi Mehmud Ebas re civiya: Divê Qûds ya hemûyan be!
PeyamaKurd – Serokê Amerîka Joe Biden, di serdana xwe ya sêrojî ya Rojhilata Navîn de, îro 15ê Tîrmehê ji Îsraîlê derbasî bajarê Beytulehîm ê Filîstînê bû û ligel Serokê Filîstînê Mehmud Ebas civiya.
Biden û Ebas piştî hevdîtina li seroktiya Filîstînê civîneke hevbeş a rojnamevanî li dar xistin.
Biden di axaftina xwe de çareseriya du dewletî bo pirsa Îsraîl û Fîlîstînê dubare kir û got ku pabendbûna min a bo çareseriya du dewletî li gorî sînorên 1967an neguheriye û ew rêya herî baş a çareseriyê ye.
Biden herwiha diyar kir, gelê Filîstînê dewleteke yekgirtî, serwer û serbixwe heq dike û Quds jî divê ya hemû xelkê tê de dijî be.
Mehmud Ebas jî diyar kir ku ew dixwazin Amerîka konsolxaneya xwe ya li Rojhilatê Qûdsê ji nû ve veke û Rêxistina Rizgariya Filîstînê ji nav lîsteya terorê derxe.
Ebas herwiha got, ew li benda bihêzkirina pêwendiyên ligel Amerîkayê ne û ne terorîst in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin