Mehmûd Ebas bangewazî li rêvberiya Biden kir

15 December 2023 23:40 0 dîtin
Mehmûd Ebas bangewazî li rêvberiya Biden kir

PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas, ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li Xezzeyê û Şerîaya Rojava bangewaziya rawestandina êrîşan li rêveberiya Amerîkayê kir.

Ebos got ku divê bi rêya agirbesteke demildest dawî li êrîşan were û ji Amerîkayê daxwaz kir, destwerdanê li Îsraîlê bike.

Mehmûd Ebas diyar kir, divê hemû rêyên sînorî ji bo derbasbûna Xezzeyê bên vekirin, alîkariyên xurek û tenduristiyê bên zêdekirin, elektrîk û sotemenî bê dabînkirin.

Herwiha Ebas xizmeta bo birîndar û nexweşan jî bi alîkariyên bo nexweşxaneyan bê xurtikirin.