Mehmûd Ebas bang li Biden kir…

19 November 2023 15:59 0 dîtin
Mehmûd Ebas bang li Biden kir…

PeyamaKurd – Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas, di televizyona Filîstînê de gotarek pêşkeş kir û bang li Serokê Amerîkayê Joe Biden kir ku ji bo rakirina dorpêçê, rawestandina êrîşên niştecihên Cihû yên li Şerîaya Rojava û Qûdsê bilez bikeve tevgerê.

Ebas got ku êrîşên Îsraîlê yên hilweşîner bi ser asta mirovatiyê de û tawana mirovahiyê ya jenosîdê ne.

Mehmûd Ebad bang li Joe Biden kir ku ji ber bandora xwe ya li ser civaka navdewletî û erkên Îsraîlê berpirsiya xwe bicih werîne da ku qirkirin were rawestandin û dorpêça li ser xelkê Filîstînê bê rakirin.

Serokê Filîstînê herwiha ji bilî Biden ji serokên welatên din ên cîhanê jî daxwaz kir ku ji bo rawestandina êrîşên Îsraîlê berpirsiyartiya xwe bicih werînin.