Biden: ‘Me alîkariya Îsraîlê kir û hemû mosek û drone hatin xistin’
PeyamaKurd- Hate ragihandin ku di êrîşa Îranê ya bi sedan dronên kamîkaze bi ser Îsraîlêde, di serî de hêzên berevaniya Amerîkayê hêzên Erebistana Siûdî, Urdin û Brîtanyayê jî alîkariya Îsraîlê kirin û di pûçkirina êrîşê de bûne alîkar.
Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî pêwendiya telefonî ya ligel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu êrîşa Îranê bi tundî şermezar kir û got, Îsraîl şiyaneke baş ji bo parastina xwe nîşan daye û peyameke zelal ji dijminên xwe re şand ku ew nikarin ewlehiya Îsraîlê tehdîd bikin.
Di daxuyaniyeke Serokê Amerîkayê de hat gotin: “Îro Îran û hêzên wê yên çekdar ji Yemen, Sûriye û Iraqê êrîşeke hewayî ya neçaverêkirî li baregehên leşkerî yên Îsraîlê pêk anîn. Ez wê êrîşê bi tundî şermezar dikim.”
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir: “Li ser fermana min, artêşa Amerîkayê balafir û sîstemên îmhakirina moşekên balîstîk li herêmê bi cih kirin ku piştgiriya berevaniya Îsraîlê bike. Me alîkariya Îsraîlê kir ku hema hemû moşek û dron hatin xistin.”
‘Em ê bersiveke dîplomatîk bidin Îranê’
Biden got, “Min ji Netanyahu re got, Îsraîlê şiyaneke nedîtî nîşan da ku xwe biparêze, tevî êrîşên neçaverêkirî.”
Serokê Amerîkayê diyar kir ku ew dê bi serkirdeyên G7 re bicive da ku bersiveke dîplomatîk a yekgirtî bidin Îranê.
Serokê Amerîkayê Joe Biden herwiha anî ziman: “Her çend êrîş li hêz û baregehên me nehatine kirin lê em dê li hember her gefekê hişyar bimînin û ji bo parastina xwe û gelê xwe em dê dudiliyê nekin.”
Êrîşa Îranê çawa dest pê kir?
Supaya Pasdaran a Îranê wekî tolhildana kuştina çend berpirs û endamên xwe yên di êrişa li Konsulxaneya Îranê ya Şamê de zêdetirî 200 moşek û dron avêtin Îsraîlê.
Êrîşa roja şemiyê saet derdora 23:00an dest pê kir ku Îranê êriş bi mûşekên krûz û dronan pêk anî.
Beşek ji dron û moşekan li esmanê Herêma Kurdistanê geriyan, beşek ji wan ji aliyê sîstema parastina esmanî ya Amerîkayê ve hatin xistin.
Îsraîlê ragihandiye ku wan û hevpeymanan piraniya dron û moşekan xistine xwar.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin