Trump ji niha de balyozê DYAyê yê ji bo Îsraîlê destnîsan kir

12 November 2024 23:16 0 dîtin
Trump ji niha de balyozê DYAyê yê ji bo Îsraîlê destnîsan kir

PeyamaKurd – Serokê nûh yê DYAyê Donald Trump ji niha de ragihand ku ew balyozê DYAyê yê ji bo Îsraîlê destnîşan kiriye. Trump nav jî da û got ku wê parêzgerê berê yê Arkansasê Mike Huckabee bibe balyozê hukumeta wî yê li Îsraîlê.

Huckabee, wek dosteki û destekvanê Îsraîlê tê nasîn û bi salaye ku geryanên geştûguzariyê yên bi pere, ji bo Îsraîlê organîze dike.

Piştî Trump hilbijartinê qezenc kir, hêdî hêdî hevalên xwe yên xebatê destnîşan dike. Ji bo nivîsîngeha taybet ya Koşka Sipî Susie Wiles, ji bo nûnerê taybet yê Neteweyên Yekgirtî endamê Kongrê Elise Stefanik û ji bo ajansa DYAyê ya parastina hawirdoriyê Lee Zeldin destnîşan kir.

Tê gotin ku Trump difikire ku ji bo şêwirmendiya ewlehiyê ya netewî wê Mike Waltz tayîn bike.