Trump: Bandora Îsraîlê li ser Kongrê pir hebû lê niha tine
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump li ser têkiliyên navbera Amerîka û Îsraîlê axifî û got ku Yahûdiyên li Amerîkayê ji Îsraîlê qet hez nakin an ne di xema wan de ye û weha dewam kir:
“Bandora Îsraîlê berê tekez li ser Kongra Amerîkayê hebû lê niha bi eksa wê ye.”
Barak Ravid ê ku peyamnêrê Axiosê ye, di demekî nêz de wê pirtûka xwe biweşîne, dewama hevpeyvîna xwe ya bi Trump re bi çapemeniyê re belav kir. Beşa berê di meha nîsanê de weşandibû. Ravid balê dikşîne ser weşangerê New York Timesê ku hem serokê wê ye, Arthur Gregg Sulzberger ku Trump di derbarê wî de weha gotiye:
“ New York Times, ji Îsraîlê nefretê dike û kesên New York Times ê îdare dikin Yahûdîne. Ez behsa malbata Sulzberger dikim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin