Çavusoglu: Bandora erênî ya dostaniya Erdogan-Trump hebû, lê kî bê hilbijartin...
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu li ser encamên hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ku niha Joe Bidenê Demokrat pir nêzîkî serkeftinê ye got, pêwendiye samîmî ya serokomarê me Erdogan û Trump hebû û vê bandoreke êrênî li ser pêwendiyan kir, lê kî bê hilbijartin jî wekî Tirkiye ew dê helwesta xwe ya heyî berdewam bikin.
Çavuşoglu li ser hilbijartinên Amerîkayê ku heta niha piştgiriya Trump dikirin û niha jî Joe Biden li pêş e wiha axivî:
“Kî bê hilbijartin jî emê bi rêveberiya nû re bi heman helwestê bixebitin. Carna bandora şexsan di siyaseta derve de erênî yan jî nehênî dibe. Bandora erênî ya dostaniya dilsozî ya serokomarê me Erdogan bi Trump re çêbû. Kî bê hilbijartin jî emê di pêwendiyên xwe de helwesteke samîmî nîşan bidin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin