The Independent: Erdogan bi vê serdanê dixwaze bandora xwe li Ûkraynayê xurt bike
PeyamaKurd – Çapemeniya Îngîlizî, di derbarê serdana Erdogan û Guterres a Ûkraynayê de nivîsek belav kir. Di nivîsa The Independent ku rojeva Ûkraynayê dinirxan de hat diyarkirin, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bi vê serdanê, dixwaze bandora xwe li Ûkraynayê xurt bike.
The Independentê di nivîsa xwe de eşkere kir, Rojava ji ber hewlên Tirkiyê yên başkirina têkiyan bi Rûsyayê re aciz e û dibe ku Ûkrayna rola Tirkiyê ya danûstandinane teqdîr bike.
Pisporê Ûkraynî Miahil Botsyurkiv di daxuyaniya xwe ya The Independentê de diyar kir, Erdogan xwe weke mirovdewletekî herêmî yê bikêrî axaftina bi lîderên dinyê re dibîne. Ji aliyê cografî, dîplomatîk û stratejîk di pozisyoneke bêhempa de ye. Erdogan rola ku ez hizir nakim Sekreterê NY bilîze, dilîze.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin