Bloomberg: Erdogan dixwaze deshilata xwe heta 30 salan…
PeyamaKurd – Medya cîhanê hilbijartina serokomariya Tirkiyeyê ku îro 28ê Gulanê gera duyem di navbera Recep Tayyip Erdogan û Kemal Kilicdaroglu de tê kirin, ji nêzîk ve dişopîne.
Ajansa Amerîkî Bloombergê şîrove-analîzek bi sernavê, “Erdogan di gera duyem de serkeftinê dixwaze” weşandiye û tê de diyar dike, “Lîderê ku welat heyameke dirêj birêve biriye, bi alîkariya sîstema xwe ya bihêz a medyayê peyvên neteweperestî û mihafezekariyê bikar anî.”
Di dewayê de hatiye gotin, “Erdogan dixwaze deshilatiya xwe bigihîne 30 salan û siyaseta xwe ya aborî û dîplomatîk a ligel cîhanê berdewam bike.”
Behsa hilbijartina 14ê Gulanê jî hatiye kirin û hatiye gotin, “Erdoganê 69 salî, di gera yekem de, berevajî rapirsiyên ku Kilicdaroglu li pêş nîşan didan zêdetir deng wergirt û bû sedema kêmbûna nirxê Lîreyê Tirk û daketina nirxê parên borseyê. Herdu namzed îro di gera duyem de derdikevin hemberî hev.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin