Îsraîl: Heta Erdogan li ser kar be em Balyozê xwe nasînin Tirkiyê

28 December 2023 18:55 0 dîtin
Îsraîl: Heta Erdogan li ser kar be em Balyozê xwe nasînin Tirkiyê

PeyamaKurd -  Piştî ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamin Netanyahu şiband Hîtler û ew bi qirkirin û jenosîdê tawanbar, Îsraîlê biryar da ku balyozê xwe yê Enqereyê neşîne Tirkiyê.

Baloyozê Îsraîlê yê Enqereyê piştî destpêkirina şerê Îsraîl-Hemasê bi awayê demkî vegeriyabû welatê xwe, lê biryar hate dayîn jî venegere ser erka xwe ya li Enqereyê.

Wezîrê Derve yê Îsraîlîê Elî Cohen got ku wan di dema erdhejên Sibata 2023yan de alîkariya Tirkiyê kiriye, nexweşxane vekirine lê Erdogan li hember wan nankoriyê dike.

Cohen diyar kir, “Heta ku Erdogan li ser posta serokomariyê be balyozê Îsraîlê venagere.”

Hêjayî gotinê ye, doh 27ê Kanûnê Netanyahû jî bersiva tawanbariyên Erdogan dabû û gotibû: “Yê ku qirqirkirina kurdan dike û di xistina girtîgehan a rojnamevanên muxalîf de rekoran dişkîne, kesê dawî yê dersa ehlaqê bide me ye.”