Erdogan: Em ê pêwendiyên xwe yên bi Misir û Îsraîlê re bas bikin û balyozê xwe tayîn bikin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di axaftina xwe ya bo rojnamevanan a di vegera ji Turkmenistanê de got, Tirkîye dê gavan bavêje ku têkilîyên xwe bi welatên hevrik yên wek Misir û Îsraîlê re baş bike û herwiha balyozê Tirkiyê bo her du welatan tayîn bike.
Erdogan da xuyakirin, ew ê di warê peywendîyan de mizgînîya "serdemeke nû" bidin û got: “Em ê bi yên din re (Îsraîl û Misir) jî gavên wekhev yên bi Îmaratê re hat avêtin bavêjin.” Erdogan herwiha eşkere kir ku di demeke diyarkirî de ew dê balyozên xwe yên Îsraîl û Misirê tayîn bikin.
Erdogan bal kişandiye ser, Prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Mihemed bîn Zayed Al Nahyan hefteya borî serdana Tirkîyê kiriye. Enqere û Ebû Dabî, di dema serdanê de peymanên veberhênanên bi mîlyar dolaran îmza kirine.
Erdogan diyar kir: "Wan (Îmarat) planeke veberhênanê ya bi 10 mîlyar dolaran pêşkeş kir. Bi anîna van 10 mîlyar dolaran, em ê pêşerojek pir cuda ava bikin.’’
Dîsa Erdogan ji rojnamevanan re gotiye, ew ê Sibata 2022an serdana Îmaratê bike.
Herwiha hêjayî bibîrxistinê ye, di destpêka vê mehê de Erdogan, piştî ku jin û mêrekî girtî yên Îsraîlî hatibûn berdan, bi serokwezîrê Îsraîlî Naftali Bennett re pêwendîyek telefonî pêk anîbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin