Misir di pêwendiyên rêveberiya nû ya Sûriyê de dilgiran e

16 February 2025 16:00 0 dîtin
Misir di pêwendiyên rêveberiya nû ya Sûriyê de dilgiran e

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku dewleta Misrê di danîna pêwendiyên xurt bi rêveberiya nû ya Sûriyê re dilgiran e û bi hişyarî tevdigere.

Rojnameya El Ereb ya Londonê daye xuyakirin: "Misir ji pêşveçûna bilez a Heyet Tehrîr El Şam di destpêka Kanûna 2024an de matmayî ma û heta 3 rojan berî ku Beşar El Esed ji Sûriyeyê reviya Rûsyayê jî, piştgiriya xwe ji bo Beşar Esed ragihandibû.”

Rojnameyê diyar kiriye ku Qahîre dibe ku dilgiran be, ji ber ku "hinek sûriyeyiyên ku niha derbasî Misirê dibin, dibe ku ajanên Heyet Tehrîr El Şam an Îxwan El Muslimîn bin ku bi navê penaberiyê hatine veşartin, bi armanca gurkirina opozîsyonê yan jî şoreşê li welat.”