Îran: Tehran amade ye bi rêveberiya Sûriyê re pêwendiyên dostane deyne
PeyamaKurd - Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê bo Karûbarên Siyasî Mecîd Text Rewançî got, Tehran amade ye ji bo danîna pêwendiyên dostane bi rêveberiya Sûriyê re.
Medyaya Îranê ragihandiye ku Rewançî gotiye, di hundirê Îranê de tu nakokî derbarî doza Sûriyê de nînin û ew ji nêzîk ve rewşa Sûriyê dişopînin.
Berpirsê Îranî hêvî kiriye ku ewlehî li Sûriyê belav bibe û welatên din destêwerdanê di karûbarên wê yên navxwe de nekin û diyar kiriye, "Îran girîngiyeke mezin dide pêwendiyên li gel cîranên xwe û gelek tiştên hevbeş di navbera wê û wan de hene".
Alîkarê wezîrê derve yê Îranê got: "Dema ku hikûmeteke nû li Sûriyê were avakirin, Îran dê rêzê li biryara miletê Sûriyê bigire û amade ye ku li gor wê yekê pêwendiyên dostane li gel Sûriyê pêk bîne".
Beriya niha wezîrê derve yê Sûriyê Esed Şeybanî di panêleke Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan a Dubaî de gotibû, her pêwendiyeke li gel Rûsya û Îranê li ser bingeha rêzgirtinê be cihê pêşwaziyê ye. Şeybanî dabû zanîn, "Em pêwendiyan bi herdu welatan re dubare ava dikin û destwerdanê di karûbarên Sûriyê de red dikin".

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin