Rayedarê Îranê: Pêwîst bike dê Tehran mosek û balafirên bêmirov ji Sûriyê re bisîne
PeyamaKurd – Rayedarekî pilebind ê Îranê ji ajansa Reuters a Brîtanî re ragihandiye ku ji piştevaniya rejîma Esed dibe ku Tehran alavên leşkerî, moşek û balafirên bêmirov bişîne.,
Wî rayedarê ku navê wî nehatiye eşkerekirin daye zanîn ku hîn daxwaza alîkariya leşkerî ji Serokê Sûriyê Beşar Esed ji wan re nehatiye.
Rayedarê îranî gotiye, Îranê ji bo piştevaniya Sûriyê zêdekirina şêwirmendên leşkerî û bicihkirina hêzan jî di nav de hemû gavên pêwîst avêtine û diyar kiriye, bi egereke mezin dibe ku pêwîst bike Îran alavên leşkerî, balafirên bêmirov û moşekan jî ji Sûriyê re bişîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin