Rayedarên Siûdî û Îranê li Tehranê vekirina dualî ya balyozxaneyan gotûbêj kir
PeyamaKurd – Piştî rêkeftina bi navbeynkariya Çînê ya asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ên di navbera Erebistana Siûdî û Îranê de, rayedarên herdu welatan li Tehranê li ser vekirina dualî ya balyozxaneyan axivîn.
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Siûdî SPAyê, şanda teknîkî ya bi seroktiya Nasir bin Avad Al Ganum, li paytexta Îranê Tehranê bi rayedarên Wezareta Derve ya Îranê re hevdîtinek pêk anî.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê li ser vekirina dualî ya balyozxaneyên herdu welatan gotûbêj hatiye kirin û dewama rêkeftina 6ê Nîsanê ya navbera herdu welatan e.
Balyozê Berpirsê Protokolê di Wezareta Derve ya Îranê de, Mehdî Hunerdost piştî civînê ragihandiye ku ew amade ne ji bo hêsankirina xebatên şanda Siûdî piştevaniyê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin