Al Monitor: Ji rayedarên Amerîkî û Siûdî li Rojava civîna Îranê
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rayedarên Erebistana Siûdî û Amerîkî li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê civînek derbarê Îranê de li dar xistine ku bi taybetî li ser êrîşên muhtemel ên Îranê û bergiriya wê gotûbêj hatine kirin.
Beriya niha ji Tehranê gefa ku piştî Idlibê berê xwe bidin Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê hatibû xwarin ku tê diyarkirin, mebesta vê civînê jî ji bo rûbirûbûna êrîşan piştgiriya bo Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û fînansekirina hêzên erebî di bin banê HSDê de ye.
‘Wê eşîrên ereb ên bi HSDê re kar bikin bên fînansekirin’
Li gorî nûçeya Al Monitorê wê Erebistina Siûdî û Amerîka piştgiriya xwe ya bo HSDê berdewam bike û hêzên erebî yên di bin banê hêzên Kurd ên HSDê de jî fînanse bike.
Li gorî çavkaniyê xwecihî yên herêmê, mebesta piştgiriya Amerîkayê rêgiriya hewlên Îranê yên destwerdana Rojavayê Kurdistanê ye.
‘Li Rojava têkoşîna dijî destwerdana Îranê’
Di nûçeyê de tê gotin ku civîna rayedarên Erebistana Siûdî û Amerîkî li Hesekê hatiye kirin û mebest jî pêşî girtina destwerdana Îranê ya li herêmên jêr kontrola HSDê ye ku li ser mijarê gotûbêj hatine kirin.
Li gorî Al Monitorê: “Dê ev civîna Amerîkîyan û Siûdiyan a li Hesekê hatiye kirin, bibe sedema hêrsbûna Tirkiyê ku HSDê wekî rêxistineke terorî dibîne. Çimkî HSD baskekî PKKê ya ku êrîşî dibe ser Tirkiyê ye. Lê belê Amerîka HSDê wek hevpeyman dibîne û di biçek kirina wê de berdewam e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin