Îranê amadebûna xwe bo vekirina balyozxaneyên ligel Erebistana Siûdî ragihand
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade, piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku yek ji armanca wê ya sereke rola navbeynkariya navbera Riyad û Tehranê bû, îro di civîneke çapemeniyê de got, Erebistana Siûdî dixwaze têkiliyên dîplomatîk bi Îranê re bidomîne.
Pêwendiyên dîplomatîk ên her du hêzên sunnî û şîe (Îran û Siûdî) di 2016an de hatibûn qutkirin û herwiha di şerê Yemenê de jî her du alî bi hêzên cuda re şerê wekaletê heta niha jî dimeşînin.
Xetîbzade diyar kiriye ku Îran vekirina balyozxaneyan bi Siûdiyê re pêşwazî dike û herwiha Iraqê jî daye xuyakirin, dê tevî Îranê rewşê li herêmê aram bike.
Li aliyê din Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdulehyan jî diyara kiriye ku Tehran piştgiriyê dide ji nû ve vekirina balyozxaneyan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin