Îranê Qralê Siûdî bi fermî vexwend Tehranê
PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî, di civîneke rojnamevanî ya li Tehranê de, eşkere kir ku Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî, Qralê Erebistana Siûdî Qral Selman bin Ebdulezîz el-Siûd vexwendiye Tehranê.
Nasir Kenanî da xuyakirin ku di serdana Riyadê de, wî vexwendnameya Serokomar Îbrahîm Reîsî gihandiye şahê Erebistana Siûdî.
Roja çarşema borî, Nasir Kenanî ragihandibû, şandeke teknîkî ya Îranê çûye Erebistana Siûdî, wek amadekariya vekirina Balyozxaneya Îranê.
10ê Adarê bi navbeynkariya Çînê li Pekînê di navbera Tehran û Riyadê de, piştî heft rêkeftina ji nû ve destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk hatibû girêdan ku gava ewil jî vekirina balyozxaneyên herdu welatan bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin