Daxuyaniya Îranê ya li ser Sûriyê: Ti pêwendiya me rasterast bi rêveberiya heyî re nîne

23 December 2024 13:06 0 dîtin
Daxuyaniya Îranê ya li ser Sûriyê: Ti pêwendiya me rasterast bi rêveberiya heyî re nîne

PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, berdevkê wezerate derve ya Îranê, Îsmaîl Bekayî di civîna çapemeniyê ya heftane de pirsên der barê rojevê de bersivandin.

Bekayî derbarê siyaseta welatê xwe ya li Sûriyê de daxuyanî da û îdia kir ku destwerdana berê ya Îranê li Sûriyê bi mebesta “têkoşîna li dijî terorê" bû û got, “Berê em bi hin koman re di nava têkiliyê de bûn. Lê belê têkiliya me ya rasterast rêveberiya heyî ya li Sûriyê re nîne.”

Bekayî diyar kir ku di mijara Sûriyeyê de bi Tirkiyeyê re nêrînên xwe guherandine û got, ”Her aktor û aliyên ku di geşedanên li herêmê û Sûriyeyê de cih digirin xwedî vegotinên xwe yên taybet ên li ser bûyeran in. Lê belê pêwîst e ev vegotin hemû ji aliyê me ve neyên qebûlkirin.”

Berdevka Wezareta Karên Derve diyar kir ku piştî geşedanên dawî li Sûriyeyê welatiyên Îranê nemane û wiha got: ”Ji ber nezelaliya li Sûriyeyê em pêşniyara welatiyên xwe nakin ku biçin Sûriyeyê. Dîplomat û şêwirmendên me yên leşkerî ji Sûriyeyê derketin. Ez bawer nakim ku niha ti welatiyên Îranê li Sûriyê hebin.”