Erdogan gef li Îsraîlê xwar: Me li Karabag û Lîbyayê çi kiribe, em ê li wan jî bikin
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan gef li Îsraîlê xwar û got: “Me li Karabag û Lîbyayê çi kiribe, em ê li wan jî bikin.”
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro li bajarê xwe Rîzeyê beşdarî bernameya Rêxistina partiya xwe AKPê bû û axaftinek kir.
Erdogan di axaftina xwe ya ku pesnê pêşketina pîşesaziya berevaniyê ya Tirkiyeyê kir, paşê mijarê hanî ser şerê Îsraîl û Hemasê ku egera Hizbullaha Lubnanê jî beşdarî vî şerî bibe.
Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de gefê li Îsraîlê xwar û got: “Eger Tirkiye welatekî bihêz be Îsraîl nikare van tiştên niha bîne serê Filîstînê. Eger em bihêz bibin, tiştê me li Lîbya û Karabagê kirin, emê li Îsraîlê jî dubare bikin."
Erdogan, di axaftina xwe de qala piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo Filistînê kir û wiha dom kir: "Me Mehmûd Ebbas (Serokdewletê Filistînê) vexwend da ku bê li parlamena me biaxive, lê belê wî nikaribû bi erênî bersiva me bide. Em ê jî ji îro pê ve hewên xwe li gorî wê bavêjin. Divê em pir bihêz bin ku Îsraîl van tiştan neyîne serê Filîstinê. Em çawa ketin Karabagê, em çawa ketin Lîbyayê, em ê wekî vê yekê li wan jî bikin. Ji bo em vê yekê nekin ti sedemek tune ye. Tenê divê em bihêz bin û zanibin ku em çi bikin? Em van gavan bavêjin. Çawa ku gotinên pêwîst têne pêş me em wan gotinan ji Îsraîlê re dibêjin. Me bazirganiya xwe û pêwendiyên xwe qut kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin