Erdogan gefa endamên Hamasê li Îsraîlê xwar
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li ser plansaziyên Îsraîlê ku dixwaze endamên Hamasê yên welatên din bike aramnc daxuyand ku "heger Îsraîl li Tirkiyê, li hember welatiyên Tirk, hewldaneke wisa bide, dê berdelên wê bi giranî bide ku nikaribe careke din pişta xwe rast bike.
Erdogan piştî ku ji geşta xwe ya Qeterê vegeriya di balfirê de, bersiva pirsên rojnamevenan da û got : "Piştgiriyên bê sînor ên wek : madî, manevî, nakdî, çekdarî û herwekî din ên ku welatên Rojavayî dane biçûkê Rojavayî Îsraîlê wê aniyê vê rewşê"
Serokkomarê Tirkiyê, anî ziman ku Amerîka di serî de, dewletên Rojavayî piştgiriya Îsraîlê dikin û balê kişand ku rewşa Rojhilata Navîn li ber çava ye.
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan da zanîn ku Tirkiyê û Qeterê di meseleya Îsraîlê de hemfikirin û da zanîn ku êrişên Îsraîlê ku li Kerta Xezzeyê tên kirin, nihêrînên di heqê Îsraîlê de guhartiye, lê welatên Rojavayî li gor nasnameya tawanbaran tevdigerin û anî ziman ku "pergala eyarên" (hevsengiyên) wan welatan têk çûye.
Ragihand ku bi Qeterê re li pêkhatina aştiyê û çewa dikarin ji bo armancên hevpar gavan biavêjin danûsitendin kirine û wiha berdewam kir: "Pêvajoya pêkanîn û berdewam aşitiyê emê pêngavên hevpar biavêjin, Ji ber ku rewşa ji niha û pê de, rewşeke ku em bibêjin 'Em bihêlin bila bi halê xwe bimîne' nîn e. Li wê derê her tişt bi êrişên 'hovane' yên Îsraîlê bi erdê re yekser bûne û Xezzeyeke têkçûyî maye. Pêkhatina agirbestê û ji Xezzeyê derxistina birîndaran armanca me ya serekî ye."
Erdogan dîsa anî ziman ku dibe di her kêliyekî de Hikûmeta Serokwezîrê Îsraîlê Netenyahû îflas bike û bi dawî were û li ser plansaziya Îsarîlê ku endamên Hamasê yên li welatên din jî got:
"Beriya her tiştî ew kesên ku van nûçeyan çêkirine, diyar e ku Tirkiyê nas nakin, me nas nakin. Heger hewla xeletiyeke wisa bikin, divê viya baş bizanibin ku dê berdel û fatûreya wê hewldanê pir û pir giran bidin. Ew yên ku niha Xezzeyê ji aliyên hewayî, deryayî û bejayî ve dorpêç kirine û van gavan diavêjin, wisa dizanibûn ku dê di nav hefteyekî de encam bistînin. Gelo karîbûn bistînin? na encamekî nestendin. Heger curet bikin ku li hember Tirkiyeyê, li hember Tirkan pêngavên wisa biavêjin, dê berdela wê bi awayekî ku careke din nikaribin pişta xwe rast bikin bidin. Aliyên ku hewlên wisa bidin divê jibîr nekin û bizanin ku encamên wan hewldanan berdelên ciddî ne. Pêşketinên ku Tirkiyê hem di warê îstîxbarî de, hem jî di warê bergiriyê de kirine li cîhanê yên nizanin nema ne. Ji aliyê din de em dewleteke ku duhî hatine damezrandin nîn in û divê ew viya jî ji aqlê xwe dernexin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin