Erdogan: Zêdeyî hezar endamên Hamasê li Tirkiyê di bin tedawiyê de ne

14 May 2024 12:01 0 dîtin
Erdogan: Zêdeyî hezar endamên Hamasê li Tirkiyê di bin tedawiyê de ne

PeyamaKurd – Serokwezîrê Yûnanîstanê Kiryakos Mitsotakis û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ku serdana Tirkiyeyê kirin, peyam dan ku ew bi biryar in ku "rojeva erênî" ya di têkiliyan de bidomînin. Di daxuyaniya hevpar de, daxuyaniyên her du lîderan ên derbarê Hamasê de cudabûna nêrîna her du welatan di vê mijarê de eşkere kir.

Di daxuyaniya hevpar a çapemeniyê de, di navbera her du aliyan de derbarê pevçûnên li Xezzeyê û nêrîna wan a li ser Hamasê de cudahî derket.

Erdoganê ku wek mazûvan daxuyaniya ewil da, rexneyên tund li rêveberiya Îsraîlê kir û got ku di hevdîtinan de geşedanên herêmê bi taybetî jî qirkirina Xezzeyê gotûbêj kirine.

"Rêveberiya Îsraîlê ne tenê guhê xwe ji bangên agirbestê re ker dike, ji bertengkirina alîgirên xwe jî xwe dûr naxe. Tevî bangên hemû komên xwedî wijdan, Refah ku stargeha dawî ya sivîlên bêguneh e bi awayekî hovane hedef digire." Erdogan herwiha bang li hemû welatan kir ku ji rojhilat heta rojava nebin alîgirê vê zilmê.

"Weke Yûnanîstan, bi dengên erênî li Neteweyên Yekbûyî, hûn beşdarî vê hovîtiyê nebûn, hûn nebûn alîyekî wê û ji bo vê jî ez spasiya we dikim. We jî nîşan da ku Hamas ne rêxistineke terorîst e. Lê belê eger hûn niha li vê derê bêjin rêxistineke terorîst e, em ê xemgîn bibin.

Heya niha ez gav bi gav Hamasê dişopînim. Û li welatê min, zêdetirî hezar endamên Hamasê niha li nexweşxaneyên me ne, hemû di bin tedawiyê de ne."