Ji Erdogan daxuyaniya destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk bi Misirê re
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, derbarê ji nû ve asayîkirina têkiliyên bi Misirê re piştî 8 salan daxuyanî da.
Erdogan îro piştî nimêja Înê li ser têkiliyên bi Misirê re ku ji nû ve dest pê kirine ji rojnamevanan re axivî û got, “Pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêşî bi rêya îstixbaratan piştre jî li aliyê wezaretên derve ve hevdîtin dest pê kirin. Emê vê bipêş bixin û berdewam bikin.”
Erdogan, herwiha diyar kir ku ew ne wekî dijmin wekî dost dixwazin pêwendiyên ligel Misirê bipêş bixin û di berdewamê de got, em pê xemgîn dibin ku Misir ligel gelê Yûnanê be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin