Daxuyaniya Erdogan a li ser Sûriyeyê: Hedef Sam e
PeyamaKurd – Serokkomarê tirk Recep Tayyîp Erdogan li ser tevgera leşkerî ya komên cîhadîst yên li Sûriyeyê wiha got: “Ev meşa muxalefetê dewam dike. Em hêvî dikin ku ev meşa li Sûriyeyê bê pirsgirêk û alozî berdewam bike.”
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan piştî nimêja înê pirsên rojnamegeran ên der barê rojevê da bersivand û got, “Hedef Şam e.”
Erdogan diyar kir ku wî bang li Esed kiriye lê tu bersiv wernegirtine û wiha got: “Ev meşa mixalefetê berdewam dike. Em hêvî dikin ku ev meşa li Sûriyeyê bê pirsgirêk û alozî berdewam bike.”
Xalên girîng ên daxuyaniyên Erdogan wiha ne:
“Piştî Idlib, Hema û Humsê helbet hedef Şam e. Ev meşa mixalefetê heta niha didome. Ez ê bêjim hêviya me ew e ku ev meşa li Sûriyeyê berdewam bike. Lê dema ku li wir li gel rêxistinên terorê berxwedan dewam dikir, me bang li Esad kir û got werin hevdîtinê bikin.
Mixabin me nekarî bersiveke erênî ji Esed wergirin. Heya niha piştî Idlibê, Hama û Humsê di destê opozîsyonê de ye. Pêşveçûn ber bi Şamê ve ye. Meşên aloz ên ku li herêmê didomin ne ew enku em dixwazin. Min doh dîsa ji serokwezîrê Lubnanê xeber da û em ê pê re jî bicivin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin