Ji Erdogan daxuyaniya dnûstandina dîplomatîk a ligel Misirê

12 March 2021 22:02 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya dnûstandina dîplomatîk a ligel Misirê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 12ê Adarê piştî nimêja înê daxuyanî dan medyakaran.

Erdogan li ser mijara destpêkirina danûstandinên dîplomatîk bi welatê Misirê re ji sala 2013an ve rawestiyabûn û îro Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu eşkere kir ku dîyalogê dest pê kiriye axivî.

Erdogan destpêkirina danûstdandinan a piştî 8 salan piştrast kir û got, ji xwe hevkariya ligel Misirê û danûstandina îstixbarî, dîplomatîk û aborî berdewam dikir.

Serokomarê Tirk herwiha hêvî xwest ku ew dixwazin pêwendiyan bi awayekî bihêztir berdewam bikin û li ser peymana Rojhilatê Derya Spî ya Misirê ligel Yûnanistanê jî got ku ew hêvî dikin gelê Misirê li kêleka xwe bibînin.

Herwiha Erdogan li ser tetbîqata leşkerî ya Erebistana Siûdî bi Yûnanistanê re jî diyar kir ku ew pê xemgîn bûne  û wan nedixwest Siûdî li wir bibînin.