Ji Pûtîn daxuyaniya firotina gazê û hevdîtina ligel Erdogan…
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ragihand ku navenda ew dixwazin li Tirkiyeyê ava bikin, ne tenê cihekî komkirina gazê ye, armanca wan avakirina platforemeke elektronî ji bo firotina gazê ye.
Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di civîneke rojnamevanî de li ser îhtimala hevdîtina xwe ya ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got, ew ê roja Çarşemê pêwendiyeke telefonî bikin û heta niha biryar li ser cihê civîna rûbirû nehatiye dayîn ka dê li Tirkiyê birêve biçe yan li Rûsyayê.
Putîn li ser projeya avakirina navendeke gazê ya li Tirkiyê jî diyar kir, armanca wan avakirina platforemeke elektronî ye ji bo firotina gazê ye, lê avakirina navendeke ji bo berhevkirina gazê jî hîn di karnameya wan de cih digire.
Hêjayî gotinê ye, Putîn sala borî piştî dorpêçên tund ên Ewropayê ji ber şerê Ukraynayê, pêşniyar kiribû ku li Tirkeyeyê “navenda gaza rûsî” bê avakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin