Ji Erdogan daxuyaniya hevdîtina Pûtîn û berdewama korîdora zad
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, li ser hewldanên bo ji nû ve vekirina korîdora zadê Ukraynayê daxuyanî da û got, "Di wê baweriyê de me ku bêyî pêvajo dudirêj bibe, em ê berdewama Hewldana Zad a Derya Reş pêk bînin.”
Erdogan di vegera serdana xwe ya Erebistana Siûdî, Qeter û Îmaratê de, di balafirgehê de bersiva pirsên rojnamevanan da.
Erdogan li ser mijara betalkirina Peymana Korîdora Zadê Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve ragihand, “Di serî de emê dîplomasiya telefonê bikar bînin. Heger serdana Birêz Pûtîn ya meha Tebaxê pêk were, em ê li ser van hemû mijaran bi hurgilî hevdîtinê bikin.”
Herwiha Erdogan destnîşan kir ku ew bawer dike bêyî pêvoja dudirêj bibe, dê dewama Hewldana Korîdora Zad a Derya Reş pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin