Ji Nûnerê Pûtîn daxuyaniya hevdîtina Erdogan û Esed

10 July 2023 21:03 0 dîtin
Ji Nûnerê Pûtîn daxuyaniya hevdîtina Erdogan û Esed

PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev, ragihan ku piştî bidawîkirina xebatên li ser nexşerêya destpêkirina pêwendiyên dîplomatîk ên Sûriye-Tirkiyê, dê di asta serokan de hevdîtin bê kirin.

Lavrentyev ji televizyona Al Arabiya re bal kişandiye ser ku zehmetiyên li pêşiya asayîkirina pêwendiyên Enqere-Şamê hene.

Herwiha Lavrentyev daye xuyakirin, piştî bidawîbûna xebatên nexşerêya pêwendiyên dîplomatîk dibe ku li Moskowê bi beşdariya Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed de hevdîtineke rûbirû bê kirin.

Lavrentyev gotiye, piştî bidawîhatina xebatan dê encam bêne nirxandin û amadekariyê hevdîtinê bên destpêkirin.