Ji HUDA-PARê daxuyaniya hevdîtina ligel Erdogan

06 January 2023 19:48 0 dîtin
Ji HUDA-PARê daxuyaniya hevdîtina ligel Erdogan

PeyamaKurd – Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) derbarê civîna doh 5ê Çileyê ya Serokê Giştî yê HUDA-PARê Zekerya Yapicioglu û Serokomarê Tirkiye û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan de, daxuyanî da.

Di daxuyaniya ku bi navê Sekreterê Giştî yê HUDA-PARê Şahzade Demîr hat belavkirin de, li ser hevdîtina Yapicioglu û Erdogan ku li ser tifaqên hilbijartinê hatiye kirin, hat diyarkirin: “Heta niha di derbarê tifaqan de rewşeke berbiçav nîne. Dema rewşeke berbiçav derkeve holê wê bi awayekî guncav bi raya giştî re were parvekirin.”

Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: “Weke ku ji aliyê raya giştî ve tê zanîn, di van demên dawî de, rojeveke ku wê hilbijartin berî dema xwe bê kirin yan na? heye. Ji ber vê sademe asayî ye ku trafîka di navbera partiyên siyasî de hinekî zêdetir bi lez û beztir bibe. Em jî weke HUDA-PARê hevdîtinan dikin.

Duh (05.01.2023) me bi Serokê xwe yê Giştî re serdana Navenda Giştî ya Ak Partiyê kir. Berê jî me bi birêz Erdogan re hevdîtin kiribûn. Me serdana navendên giştî yên din jî kiribû. Ev demeke dirêj e em dibêjin bila deriyên diyalogê di navbera aliyên siyasî de vekirî bin. Wê hevdîtinên me ji niha şûn de jî bidomin.”