Ji HUDAPARê daxuyaniya tayînkirina qeyûm li ser saredariya Colemêrgê: Tune hesibandina îradeya gel e
PeyamaKurd – Parlamentarê Batmanê, Cîgirê Serok û Berdevkê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Serkan Ramanli, bertek ji tayînkirina qeyûm li ser şaredariya bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê re nîşan da û wekî tunehesibandina îradeya gel nirxand.
Serkan Ramanli li ser hesabê xwe yê Xê got ku bi rêbaza heyî bi îdiaya sûcê şaredarê niha kiriye dawî li tevahiya encûmena şaredariyê û endamên wê tê anîn ku ji aliyê gel ve hatine hilbijartian.
Ramanli diyar kir, “Ev şaşî ye. Dema serokê şaredariyê bi tawaneke giran ji kar bê dûrxistin, divê yên mayî rêveberiya şaredariyê berdewam bikin. Nabe ti kes cezayê kesekî din bikşîne, divê vîna gel tune neyê hesibandin.”
Hêjayî gotinê ye, îro 3yê Hezîranê piştî ku ji ber dozekê Hevserokê Şaredariya Colemêrgê yê ji DEM Partiyê Mehmet Siddiq Akiş hate binçavkirin bi demekê, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Walîyê Colemêrgê wekî qeyûm bi awayekî demkî li ser şaredariyê tayîn kir.
Di serî de DEM Partî û opozîsyona Tirkiyê vê yekê wekî biryareke siyasî dinirxînin û li dijî tayînkirina qeyûman derdikevin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin